Mîthat Sancar: Divê desthilata AKP-MHP’ê îstifa bike

Ji ber polîtîkayên desthilata faşîst a Erdogan li Tirkiyê aloziya siyasî û civakî roj bi roj kûr dibe.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bang li desthilatdariyê kir ku îstifa bike.
Sancar da zanîn ewê li her qadan têkoşîna xwe mezin bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mersînê bi beşdariya hezaran kesî, bi navê ‘Banga ji bo demokrasiyê’ mîtîngek li dar xistin.

Di mîtîngê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin qîrîn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li mîtîngê axivî û got, “Em zanin ku dema vê coş û kelecanê dibîne yên ku li Qesrê ne ji tirsa direcifin.”

Sancar diyar kir gel, bi HDP’ê re vê desthialtdariyê û sîstema xerabûyî têk dibe, vê pergala mêtingerî, derewîn û talanê diguherîne.

Mîthat Sancar diyar kir divê ev desthilatdarî niha îstifa bike û wiha dewam kir:

“Divê biryara hilbijartina pêşwext an jî hilbijartina lezgîn bide.

Eger ji xwe bawer e û li ser gotina xwe ye, wê demê bila sindoqa hilbijartinê bîne, bê wê gel bersiveke çawa bide.

Weke ku tê dîtin em di her kêliyê de ji bo hilbijartinê amade ne.

Em têkoşînê li taxan, mal, kolan û qadan mezin dikin.”

Sancar destnîşan kir ku HDP mal û îradeya yekbûyî ya gelan e, misogeriya paşeroja hevpar e û got:

“Tenê em dikarin vê sîstema zilm, mêtingerî û otorîter biguherînin. Em xwedî vê biryardariyê ne.”

Back to top button