Ji ber krîza aboriya ku li Tirkiyê ku her diçe kûr dibe, kedkarên li bajarê Enqereyê çalakiyek protestoyî li dar xistin û banga îstîfayê li hikumetê kirin.
Çalakvan rastî êrişa polîsan hatin û gelek kes hatin binçavkirin.
Çalakiya protestoyî li ser banga Hêzên Ked û Demokrasiyê li ber Şaredariya Çankayayê hat lidarxistin.
6 kesên ku polîsan dixwest bi zorê siwarê wesayîtan bikin dirûşmeya “Hikumet îstîfa bike” berzkirin.
Polîsan hin çalakvan ser dev li erdê dirêj kirin û şîdet bikaranîn.
Di êrişa duyem a polîsan de çalakvanên ku ji rawestgeha basan xwestin biçin şaredariyê kirin armanc 6 kes binçavkirin.
Ji ber bombeya gazê kesek li ser hişê xwe çû, ew rakirin nexweşxanê.
Di dema çalakiyê de yek jê rojnamevan 17 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin.