GEL ŞERVANÊ ENTERNASYONALÎST TÊKOŞER PILING OXIR KIRIN

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û navçeya Girkê Legê cenazeyê Şervanê enternasyonalîst Lorenzo Or stî ber bi dergeha Sêmalka yê ve birin, da ku ji bo Îtalya were şandin.

Şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orste bi nasnav Têkoşer Piling ku welatiyê Îtalyayê ye şehîd bû.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û navçeya Girkê Legê cenazeyê şehîd ji ber Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê wergirtin û ber bi Dergeha Sêmalka yê ve ketin rê.

Li Dergeha Sêmalkayê piştî merasîma leşkerî nameya şehîd Têkoşer Piling ji aliyê hevalê şehîd ve hat xwendin.

Her wiha nameya şehîd Têkoşer Piling wiha ye:

Dema ku hûn nameya min bixwînin, wê demê min ê ji vê cîhanê koç kiribe, tu carî ji bo min xemgîn nebin, ez bi vê yekê bawer im.

Ez ê tu carî poşman nabim.

Hemû tiştên ez pê bi fikar bûm, rast derketin û dema ku ew rastî hemû pêk hatin.

Ez di ber kesên bindest û mafên wan ên ji wan hatine standin de şehîd bûm.

Heta ku koçkirina min zû be jî, hê jî ez ê bi serkeftina xwe bawer bim.

Hêviya serkeftineke mezintir ji we re dikim û bendewarê biryara we me ku ji bo nifşên pêşerojê canê xwe bikin qurban.

Ji ber ku tekane rêya veguhartina cîhanê, bi vî awayî ye.

Piştî bidawîbûna merasîmê gel cenazeyê şehîd ber bi Başûrê Kurdistanê ve şandin ji bo ku ji wir derbasî Îtalya were kirin.

Leave a Reply

Back to top button