Fermandarê koma bi navê çeteyên roj yê berê Eqîd Rîyad behsa rastîya wan dike

Rastîya koma bi navê çeteyên roj yên bi destê Dewleta Tirk hatine avakirin, her roj bi belge û isbatan hîn zêdetir eşkere dibe.
Piştî bangên malbatan, yek ji fermandarên vê komê Eqîd Rîyad ku niha di nava hêzên parastinê yên Rojava de cîh digre, qala rastîya vê komê dike.

Em gelek caran qala rastîya koma bi navê çeteyên roj dikin.

Ev kom bi dest û daxwaza dewleta Tirk ji bo têkbirina şoreşa Rojava hatiye sazkirin.

Lê her çiqasî ew hewldidin bi kiraseke netewî rastîya xwe veşêrin jî, bi sedan belge û ispatan, rastîyan wan eşkere dibe.

Piştî ku malbatên wan jî rastîya wan naskirin, bang li zarokên xwe kirin ku vegerin malên xwe û nebin lîstika destê dagirkeran.

Niha jî yek ji fermandarên vê komê Eqîd Rîyad ku niha dinava hêzên parastinê yên Rojava cihê xwe digre, behsa rastîya vê komê dike.

Rîyad dibêje, me destpêkê xwest bi hestên welatparêzîyê xizmeta welatê xwe bikin.

Rîyad qala xapandina xwe û ya kesên bi xwe re dike û dibêje, ne Hikûmeta Başûr lê Dewleta Tirk em perwerde û amadekirin û dibêje hertim di perwerdeyên xwe de PKK reş dikirin.

Rîyad di dawî de bang li çeteyên roj dike ku tevlî şerê li dijî gerîlla nebin û vegerin welatê xwe.

Back to top button