Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd: Bi şerê gelê şeroşgerî em ê hebûna xwe biparêzin

Bi dirûşma “Bi şerê gelê şoreşgerî…Em ê hebûna xwe biparêzin û bighêjin azadiya xwe” komxebata diyalogê li bajarê Kobanê pêk hat.
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd beşdarî komxebatê bû û bang li gelê herêmê kir ku li hember êrişan amade bin û û parastina welatê bikin.

Akademiyên Civaka Demokratîk li Kobanê forma diyalogê organîze kir..

Di destpêka forumê de, hevserokê Meclisa Rêvebir a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û balkişand ser şoreşa ku bi saya şehîdan hate birêvebirin û parastin..

Paşê, sînevîzyonek li ser şerê gelê şoreşgerî hat nîşandan û nirxandinên rêber Ocalan ên têkildarî şerê gelê şoreşger hatin xwendin…

Her wiha bi riya dîmen, berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd beşdarî forumê bû û diyar kir ku divê gel li hember her êrişan amade be.

Nûrî Mehmûd got:

“Dema em dixwazin bibin gelekî şoreşger, divê em ji her tiştî re amade bin, divê em erka xwe bi cih bînin û paratina welat bikin..”

Back to top button