Nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîrên Ereb gotin divê “PKK’ê ji lîsta terorê” were derxistin

Akademiya Siyasî û Fikirê Demokratîk û Foruma Hevgirtina Herêmî bi slogana “Gelo dema derxistina PKK’ê ji lîsteyên terorê nehatiye?” ji bo nîqaşkirina rêbazên rakirina lîsteya terorê ya li ser PKK’ê formek li dar xist.

Forum bi riya Zûmê bi rêvebirina Çalakger Bûşra Elî bi beşdariya siyasetmedar, rewşenbîr û nîvîskarên Misirî, Ûrdinî, Filîstînî, Iraqî, Sûrî û Kurd pêk hat.

Di forûmê de Salih Mislim destnîşan kir ku PKK ji bo parastina gelê xwe têkoşîna çekdarî da destpêkirin, lê hêzên global ev yek kirin hincet û PKK’ê xistin lîsteya terorê.

Nivîskar û rojnamevanê Urdunî Redad Îlyas  anî ziman ku PKK’ê yek ji stûnên partiyên kurdî ye ,yekîtiya gelan esas digre, ji bo wê jî divê gelên kurd û ereb yekîtiya xwe xurtbikin.

Cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejî Dr. Muxtar Xebaşî diyar kir ku PKK rêxistineke têkoşîna nîştîmanî dike, nabe di lîsteya terorê de were hiştin…

Back to top button