Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistan welatiyek bi êşkenceyê kuşt.
Welatiyê bi navê Ridwan Numan El-Ehmed tevî du hevalên xwe hewl didan ji gundê Erada yê navçeya Zirganê ya Serêkaniyê ya dagirkirî berê xwe bidin Tirkiyê, lê artêşa Tirk li ser sînorê ew girtin û êşkence li wan kirin.
Di encama êşkenceyê de gelek parçeyên bedena Numan El Ehmed şikesin û ji ber wê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Ridwan El-Ehmed ê ji herêma Şedadê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê ku malbat wî wergirin.