Lîbya..Nerazîbûna li dijî namzetiya Dibeybe hate erêkirin

Plan ew e ku 24’ê Kanûnê li Lîbyayê hilbijartinên serokatî û parlementoyê pêk werin..

Lê ji niha ve bûyerên rû didin gomanê zêde dikin ku prosresa hilbijartinê were taloqkirin..

Lewma yek ji wan kesên ku bi taybet Tirkiyê piştgiriya wî dike Ebdulhemîd Dibeybe ye..

Û namzetiya wê nehate pejirandin.

Beriya niha eşkere bibû ku eger namzetiya Dibeybe neyê qebûlkirin, ew ê Enqerê hilbijartinan asteng bike.

Tevî hemû hewildanên derxistina aloziyan ji bo astengkirina hilbijartinên 24’ê Kanûnê ya li Lîbya jî lê amadekariyên dawî tên kirin.

Namzetiya ji bo serokatiya welat 22’ê Mijdarê bi dawî bûbû.

Ji bo serokariya welat 98 kesan namzetiya xwe danîn.

Ji wan 25 hatin redkirin û 73 hatin erêkirin.

Yek ji wan kesên ku namzetiya wan hatî erêkirin Serokwezîrê hikumeta demkî (Hikumeta Yekîtiya Netewî) Ebdulhemîd Dibeybe bû.

Li gor nûçeya rojnameya Înternetê ya Lîbyayê Fawasel, namzedê serokomariyê yê din Fethî Başaga û hin welatiyan li dijî namzediya Serokwezîr Dibeybe derketin.

Komisyona Temyîzê ya Dadgeha Îstînafê îtîraz qebûl kir û der barê rewşê de lêpirsîn da destpêkirin.
Qebûlkirina îtîrazê nayê wateya betalkirina namzediya Dibeybe.

Di dema îtîrazê de hevrik an jî welatî dikarin bi hincetan serî li Dadgeha Îstînafê bidin.

Dadgeha ku îtîrazê dinirxîne, encamê ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê re radigihîne.

Betalkirin an qebûlkirina serlêdanên namzedan di nav rayeyên Komisyona Bilind a Hilbijartinê de ye.

Komîsyonê heta niha derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî nedaye.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Lîbyayê di 24ê Mijdarê de ragihandibû ku serîlêdanên 73 namzetan di prensîbê de hatiye qebûlkirin û pêvajoya îtirazê dest pê kiriye.

Back to top button