Vîrûsa Covîd-19 cîhan ji ber varîanra Omicron bifikar e

Awayê xweguhertî yê vîrûsa Koronayê, di rojeva cîhanê de ye.
Welatên G-7 banga civîna lezgîn li wezaretên tendirûstiyê kirin.
Di serî de Ewrûpa, gelek welat jî bi girtina sînor û şidandina tedbîran hewl didin pêşî li belavbûna vîrûsê bigrin.
Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî jî bi daxuyaniyek asta Omîcronê weke “zêde xeter e” binav kir.

Çarşema derbasbûyî varîanta nû ya vîrûsa Koronyê Omicron li Başûrê Afrîkayê derket holê.

Û di nava demeke kurt de li hin welatên cîhanê xwe da der.

Li wan hemûyan jî çavkanikya belavbûnê, weke geştiyariya ji Başûrê Afrîkayê tê binavkirin.

Hem Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî û hem jî aliyê pispor, Omîcron weke awayê metirsîdar ê vîrûsa Koronayê pênase dikin.

Di rewşa heyî de, ji bilî Afrîka, pêketiyên vîrûsê herî zêde li welatên Ewrûpayê hatine tesbîtkirin.

Her wiha çend nexweş, li Awusturalya û Îsraîlê jî peyda bûn.

Seroka Komîsyona Ewrûpayê, Ursula Von der Leyen (Urzûla Von der Leyn) anî ziman ku ew di nava fikaran de ne û got;

Ji bo zanyayê karibin bandora Omîcronê baş fêm bikin, pêwîstiya wan bi 3 hefteyan heye.

Heta wê gavê, lazime em tedbîr û rêjeya derzîkirina mirovan zêde bikin.

Tevî her tiştî jî lazime em xwe li gorî rewşa herî giran amade bikin.

Li aliyê din Birîtaniya ku vê gavê serokatiya koma G-7’an dike bang li wezaretên tendirûstiyê kir da ku bi lezgînî kom bibin.

Wekî din bi derketina Omîcronê, hin welatan bi lez dest bi wergirtina tedbîran kir.

Îsraîl, sînorên xwe li çûnûhatina geştiyarên Afîrkaya Başûr girt.

Japan, welatên Yekîtiya Ewrûpa û Birîtanyayê jî biryarek bi heman rengî dan.

Her çendî ev gav di bin navê tedbîrê de hatibin wergirtin jî lê bû sedema nerazîbûna rêveberiya Başûrê Afrîkayê.

Serokê vî welatî Cyril Ramaphosa (Sîriyel Ramafoza) anî ziman ku ew ji ber helwesta welatan dilgiran e.

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî : Asta xeteriya Omicron zêde bilind e

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî jî têkildarî xeteriya varîanta Omîcronê daxuyaniyek da.

Rêxistinê asta vîrûsê weke xeteriya zêde bilind binav kir û got:

Vîrûsa ku cara pêşî li Başûrê Afrîkayê hate dîtin, li ser asteke gerdûnî dikare zû belav bibe.

Ev yek jî dikare bihêle kui hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe.

Rêxistinê bang li 194 welatên endam kir da pêşî li belavbûna Omîcronê bigrin û pergala xwe a tendirûstiyê biparêzin.

Back to top button