Duh bi encamnameyekê Foruma diyalogan a li Kobanê bi dawî bû

Li Kobanê Bi dirûşma “Bi şerê gelê şoreşgerî. Em ê hebûna xwe biparêzin û bighêjin azadiya xwe” foruma diyalogê pêk hat. Forum duh bi encamnameyekê bi dawî bû. Tê de hat piştrastkirin divê gel xwe li gorî şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bike da ku xwe ji qirkirinê biparêze. 

Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê bi dirûşmeya “Bi şerê gelê şoreşgerî, hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin” duh li Kobanê foruma diyalogan li dar xist.

Forum bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl ên herêma Firatê û bi dehan şêniyan pêk hat.

Endama Buroya Edalet û Çaksaziyê Wehîde Omer jî pêwista şerê gelê şoreşgerî di vê dema niha de û giringiya wê nirxand.

Yek ji beşdarvanên forumê dibêje niha pêwîstî bi xwerêxistinkirinê ji her demê zêdetir heye.

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed jî diyar kir ku ew ji nû ve ji komîn û meclisan dest bi rêxistinê bikin û gel ji şerê gelên şoreşgerî re amade bikin.

Dawiyê, forum bi encamnameyekê bi dawî bû.

Hat piştraskirin “Divê gel jiyana xwe li ser bingeha şerê gelê şoreşger bi rêxistin bike, heger na, wê bi qirkirinê re rû bi rû bimîne.”

Back to top button