Rûspiyên Herêmê: Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyê re baştirîn çare ye

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban ên herêma Cizîrê dibêjin ” Projeya Rêveberiya Xweser xwedî fikir û hêman e û dikare ji bo aloziyên Sûriyê û Rojhilata Navîn bibe çareserî.” Rûspiyan tekez kir ku ev proje tecrûbeyeke erênî û cuda û ji aloziya heyî re baştirîn çare ye. 

“Projeya Rêveberiya Xweser ji bo aloziyên Sûriyê û Rojhilata Navîn tekane çareserî ye û em ti pirojeyê ji bilî wê qebûl nakin.”

Rûspî û eşîrên Kurd û Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo çareseriya aloziya Sûriyê vê dibêjin.

Yek ji rûspiyên eşîra El-Cerba, Haşim El-Cerba projeya Rêveberiya Xweser bi tecrûbeyeke erênî û demoqratîk pênase kir.

Projeya Rêvebeirya Xweser a demokratîk tecrûbeyeke erênî ye û zindî ye.

El-Cerba piştrast kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê ji projeyên herî baş e.

Ev proje di heman demê de dikare hemû Sûriyan bigire nav xwe.

Vê rêveberiyê xaka me parast.

Ez yek ji wan kesan im ku piştî min bi Rêveberiya Xweser bihîst, ez vegeriyam Sûriyê.

Endamekî eşîra Saroxan, Îsa Mîrzo jî dibêje ” Projeya herî serkeftî di çareserkirina aloziya Sûriyê de ya dê Rêveberiya Xweser e.”

Yek ji rûspiyên eşîra Wild El-Nasir, Salih Abdullah jî der barê vê mijarê de nerîna xwe bi par ve kir.

Mirov nikare herêmên Rêveberiya Xweser paşguh bike, ji ber ku niha ji milyonan gelê Sûriyê re bûye cihekî bi-ewle.

Rêveberiya Xweser ji bo aloziyên Sûriyê û Rojhilata Navîn dikare bibe çareserî.

Em ji bilî wê ti projeyên din qebûl nakin .

Yek ji rûspiyên eşîra El-Badilî, Şiyar Hemo da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser li Sûriyê bi ser ket û îsbata vê jî ew e hemû pêkhateyên herêmê li ser bingehên demokratîk cihê xwe girtin.

Şiyar Hemo tekez kir ev proje wê karibe aloziya Sûriyê çareser bike û Sûriyê bi ser bixe.

Back to top button