Di rojeva sereke ya Wezîrên Karên Derve yên NATO de Rûsya heye

Tevgera zêde ya artêşa Rûsya li sînorê Ukrayna, endamên NATO xistiye nava fikaran.
Ji bo nirxandina rewşa dawî ya li sînorê Ukrayna, Polonya-Belarûs û Efxanistanê Wezîrên Karên Derve yên NATO dicivin.
Di civîna sereke ya li Rîga were lidarxistin de, mijara sereke Moskowa ye.

Ji bo nirxandina rewşa dawî ya li sînorê Polonya-Belarûs, Ukrayna û Efxanistanê Wezîrên Karên Derve yên NATO wê 30’ê Mijdar û 1’ê Kanûnê bicivin.

Civîn wê bi rêveberiya Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg pêk were.

Di beşek ya civînê de, wê Wezîrên Karên Derve yê Ukrayna û Gurcistanê ku neendamên NATO ye jî beşdar bibin.

Tê payîn ku Rûsya yek ji rojeva sereke ya civîna li paytexta Letonya Rîgayê be.

Piştî daxuyaniyên Stoltenberg û welatên rojavayî bi taybet DYA, yên Rûsya artêşa xwe li ser sînorê Ukraynayê xurt dike, mijara wê zêdetir cihê xwe di rojeva NATO’yê digre.

Hefeteya derbasbûyî Stoltenberg di daxuyaniyek xwe ya çapemeniyê de got;

Hêzên Rûsyayê li ser sînorê xwe yê bi Ukraynayê re, tank, top, yekîneyên zirxî, firokeyên bêmirov û sîstemên şerê elektronîk çêkirine.

Li gorî raporên îstixbaratê, tê texmînkirin ku li ser sînorê Ukraynayê û li Kirimê navbera 90 heta 100 hezar leşkerên Rûsyayê hene.

Stoltenberg di daxuyaniyên xwe yên hefteyên dawî de gelek caran bi bîr dixe ku êrişek li dijî xaka Ukrayana wê cezayên wê hebe.

Rêveberiya DYA’yê jî li hemberî tevgerên Rûsyayê peyama “Hemû bijarde li ser maseyê ye” dide.

Yek ji mijarên ku wê di Civîna Wezîrên Karên Derve ya NATO yê de bê nîqaşkirin, krîza koçberan a li ser sînorê Belarûs-Polonyayê ye.

Gelek welatên Yekîtiya Ewropayê yên wek Polonya, Belarûs bi wê yekê tawanbar dikin ku bi piştgiriya Rûsyayê bûye sedema vê krîzê.

Rûsya vê sûcdariyê red dike.

Rêveberiyên NATO û YE’yê beriya Civîna Wezîrên Karên Derve ya NATO’yê serdana Lîtvanya û Letonyayê kirin.

Di vê çarçoveyê de piştgiriya xwe ya ji bo welatên Baltîkê nîşan dan.

Di civînê de rewşa dawî ya li Efxanistanê jî wê were nîqaşkirin.

Back to top button