Li Şengalê TAJÊ dest bi çalakiya konvedanê kir

Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî – TAJÊ’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li Şengalê çalakiya konvedanê destpê kir. Jinên beşdarî çalakiyê bûne dibêjin: Bi saya fikrê Rêber Apo wan xwe nas kir û bûn xwedî hêz û rêxistin. ” Jinan li ser derxistina PKK ji lîsteya terorê jî anîn ziman “Nabe hêzeke ku civaka Êzidî ji komkujiyê xilas kiriye û mirovahî ji çeteyên DAIŞ’ê parast di lîsteya terorê de bimîne. 

Bi armanca azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û daxweza derxistina PKK’ê ji ‘lîsteyê terorê’ jinên Şengalê dest bi çalakiya konvedanê kirin.

Ev çalakî jî bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî – TAJÊ’ê û li Bexçeyê Kersê yê li Şengalê pêk tê.

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî qala armanca vê çalakiyê kir û û tekez kir ew jinên êzidî wê heta dawî ji bo azadiya rêberê xwe têbikoşin.

Li ser daxwaza derxistina Partiya Karkarên Kurdistan ji lîseteyê terorê Sebîha Sebrî ev anî ziman:

“Şagirtên Rêber Apo bi berxwedana xwe DAIŞ şikandin.

Ji bo xilaskirina her civakeke ku rûbiruyî qirkirinê ye, bi hewara wan ve diçe. Mînaka herî mezin jî îro Şengale.

Sebîha dawiyê tekez kir nabe hêzek ku civaka Êzidî ji komkujiyê xilas kiriye û mirovahî ji çeteyên DAIŞ’ê xilas kiriye, di lîsteya terorê de bimîne.

Dayîka Gulê Zorava jî ku di nobeta îro de cihê xwe di çalakiyê de digre daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Piştî axaftinan sinivizyona li ser azadiya Rêber Ocalan ya fîzîkî hat pêşandan.

Back to top button