Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin ji derveyî bangên herêmî, demek e ji qada erebî û navneteweyî jî bang tên kirin.
Ji bo wê û bi armanca derxistina wê ji vê lîsteyê, duh forumek bi rêya online pêk hat. Di vê forumê de gelek kesayetên ereb cih girtin û hemuyan jî tekez kirin divê êdî PKK ji lîsteya terorê were derxistin.
Êdî ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, ji aliyên navneteweyî û erebî jî bang tên kirin.
Di vî alî de xebat tên kirin û daxwaza derxistina wê ji vê lîsteyê û di zûtirîn dem de tê kirin.
Duh Akademiya Siyasî û Fikirê Demokratîk û Foruma Hevgirtina Herêmî forumeke diyalogan bi rêya online’ê li dar xist .
Ev forum bi serenavê “Gelo dema derxistina PKK`ê ji lîsteyên terorê nehatiye?” pêk hat.
Çalakvan Bûşra Elî forum bi rê ve bir û tê de gelek kesayetên siyasî, akademîsyenên xwecihî, herêmî û navneteweyî tê de cih girtin.
Salih Muslim: Xistina PKK’ê di vê lîsteyê de metirsiyeke dîrokî ye
Ji beşdarên Forumê Endamê Desteya Serokatiya PYD`ê Salih Muslim bû.
Muslim di forumê de nirxandin kir û destnîşan kir ku PKK`ê ji bo parastina gelê Kurd çek rakir û mayîna wê di vê lîsteyê de metirsiyeke dîrokî ye.
Recaî Fîdaî: Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin
Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Recanî Fîdaî diyar kir ku xistina PKK`ê ji “Lîsteya terorê” re mijareke siyasî ye û divê PKK`ê ji “Lîsteya terorê” were derxistin.
Fîdaî tekez kir divê rewşenbîrên Ereb yekitiya xwe ava bikin û doza rakirina partiyê ji “Lîsteya terorê” karê wan ê sereke be.
Redad Qelab: PKK yek ji stûnên partiyên Kurdî ye
Nivîskar û rojnamevanê Urdunî Redad Îlyas Qelab jî di forumê de axivî û anî ziman “Dewletên Ewrop ên ku PKK`ê xistine lîsteya terorê ne ji ber partiyeke terorîst e, lê belê li gorî berjewendiyên bazirganiyê yên di navbera wan û dewleta Tirk de çêbûye.”
Qelab piştrast kir ku PKK’ê yek ji stûnên partiyên kurdî ye û divê partiyên din hemû piştgiriya PKK`ê bikin.
Muxtar Xebaşî: Tawana bi PKK ve hatiye kirin bêbingeh e
Di forumê de Cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejî Muxtar Xebaşî jî axivî.
Xebaşî destnîşan kir “Pênasekirina tevgereke ji bo mafên gel têdikoşe bi terorê, ji sedî sed neqanûnî ye, siyasî ye û tawana bi partiyê ve hatiye kirin, bêbingeh e.”
Beşdarên forumê hemû li ser wê yekê hemfikir û nerîn bûn ku PKK partiyeke niştimanî ye, hewl dide mafên gelan bi dest bixe û divê ji lîsteya terorê were derxistin.