HPG’ê: Gerîlla li Metînayê çalakiyên bi bandor pêk anîn

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li herêma Metînayê li dijî hêzên artêşa Tirk rêze-çalakî pêk anîn. Herî kêm 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayî ev agahî bi parve kirin:

27’ê Mijdarê li herêma Metînayê, gerîlla yekîneyeke artêşa Tirk a li Girê Milîtan bicih bibû kirin armanc.

28’ê Mijdarê jî li herman herêmê, gerîlla ji 2 baskan ve bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin û herî kêm 2 leşker kuştin.

Navenda ragihandinê derbarê êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

27 û 29’ê Mijdarê, li herêma Zapê, qadên Çemço, Rênçber-axa, Girê FM û Sîda ji aliyê qereqolên sînor ve hatin topbarankirin.

Li Metînayê jî 27’ê Mijdara Qada Girê Hakkarî bû armanca êrişa balafirên şer.

Li herêma Garê jî heman rojê Deriyê Hirçê hat bombardimankirin.

Ji ber êrişa balafiran weke her tim ziyan li zeviyên gundiyan bû.

Back to top button