Îran: Li viyana ti hevdîtinek dualî li gel DYA pêk nayê

Piştî navberek dirêj danûstandinên bernameya peymana nukleerî ya bi Îranê re careke din despêkirin.
Beriya civînê Îranê ragihand ku wê ti civînek dualî li gel DYA pêk neyê.
DYA jî dibêje wê zexta li ser Tahranê zêde bike.

Danûstandinên ji bo zindîkirina peymana nukleerî ya 2015`an a navbera Îranê û 5 endamên dayîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn) û Almanyayê, piştî 5 meh careke din despê kir.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê ISNA ragihand, şanda Îranê bi serokatiya serokê danûstandinan Elî Baxrî Kanî, 28’ê Mijdarê gihêştiye paytexta Awusturya Viyanayê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade têkildarî mijarê di daxuyaniya çapemeniya rojane ya li paytext Tahranê pêk anî de agahî parve kir.

Seîd Xetîbzade diyar kir ku ew bi awayekî cidî beşdarî danûstandinên nukleerî bûne û ji bo wan prensîbeke bingehîn e ku gavên ji aliyê Amerîkayê ve hatine avêtin, bên piştrastikirin û wiha got:

“Eger Amerîka ji bo derbaskirina xitimandinê neyê Viyanayê, wê şert û mercên zehmet çêbibin.

Divê alî şansê heyî baş bi kar bînin.

Ev derfet her û her namêne.

Xetîbzade anî ziman ku wê li gel şandeya DYA ti hevdîtinek dualî pêk neênin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê gotara hevpar a Wezîrên Karên Derve yên Îsraîl û Brîtanyayê ku di rojnameya The Daily Telegraph de hatiye weşandin jî rexne kir û ev tişt anî ziman:

Ev gav ne tenê nîşan dide ku hin welat di muzakereyan de ne ciddî ne, di heman demê de armanc dike ku bingehê dirêjkirina danûsstandinan jî deyne.

Dema mirov li van mêze dike, xuya dibe ku hin welatên Ewropayê ji bo rabûna cezayan nehatine.

Îsraîl ji danûstandinên peymana nukleerî ya bi Îranê re bi fikare

Îsraîl ji destpêkê ve li dijî peymana nukleerî ya bi Îranê re bû.

Serokwezîrê Îranê Naftali Bennett doh got:

Em ji rakirina cezayên li ser Îranê bifikarin.

Îsraîl ditirse ku bi peymanê re bi milyaran dolarê Îranê yê di bankên cîhanî de hatine cemidandin, careke din li Tahranê vegere.

DYA: Em ê zexta li ser Îranê zêdetir bikin

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Îranê Robert Malley jî 27’ê Midjarê di hevpeyvînekê de ligel BBC Sounds got,

Eger dem bê windakirin û danûstandin wek hincet ji bo bilezkirina bernameya wê ya nukleerî were bikaranîn, Amerîka û hevkarên wê, dê zextên li ser Îranê zêdetir bikin,

Back to top button