Hindîstan yek ji wan welatên cîhanê ye ku herî zêde karesatên xwezayî lê rû didin..
Ji roja Înê ve ji ber barana zêde lehî rabû û bik hezaran kes ji alîkariyê bê par mane..
Li eyaleta Tamîl Nadû ev 4 roj in baran ranaweste.
Ji ber vê çendê doh lehî rabû û avê da ser gelek xanikyan.
Welatiyên li herêmê yên ji ber lehiyê bêzar bûne dibêjin, rêveber tên serdanê lê ji ber baranê nikarin ji bo me tiştekî bikin.
Lewma ev çend rojên pêdiviyên jiyanî nagihêjin mexdûran..
Hejmara zêde a sivîlan jî ji ver lehiyê li herêmê asê mane.