”Têkoşîna ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê”

Bi armanca derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’, Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê 26’ê vê mehê li ser tevnên civakî kampanya hastag’ê dabû destpêkirin.
Meclîsê bi daxuyaniyekê ragihand ku, kampanyaya wan tenê li ser Twîtterê, bi zêdeyî 221 hezar parvekirinan, di rojeva cîhanê ya li ser tevna cîvakî de deng vedaye.

Bi armanca derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’, Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê 26’ê vê mehê li ser tevnên civakî (Twîtter, Facebook û Înstagram) kampanya hastag’ê dabû destpêkirin.

Bi sedhezaran Kurd û dostên xwe, beşdarî kampanya hastag’ê ya bi sernavê #DelîstPKKnow ango PKK a niha ji listeyê derxînin, bûn.

Daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê ya bi hashtagê, deverên wekî Kurdistanê, Tirkiye, Iraq, Rûsya, Almanya, Swîsre, Swêd, Îngilistan, Fransa, Belçîka û Îtalyayê weke mijara herî zêde û girîng û sereke hate rojevê.

Têkîldarî Mijarê Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û di serî de spasiya beşdarên ji bo kampanyê kir.

Meclîsê daxuyand ku, gelê Kurd û dostên wan, tenê li ser Twitterê bi zêdeyî 221 hezar parvekirinan, ev daxwaza mafdar kir rojev û bi vê yekê, bû ya herî zêde (7’emîn) a cîhanê.

”Kampanya li dijî neheqî û bêedaletiyê veguherî serhildaneke Cîhanî”

Meclîsê diyar kir ku kampanya wan li dijî neheqî û bêedelatiyê veguheriye serhildaneke cîhanî û wiha dewam kir:

“Kampanyaya ku bi hevdemî ji zêdetirî 30 welatan me li ser tevnên civakî wekî Facebook, Instagram û Twitterê da destpêkirin, ji sed hezaran kesan bêhtir beşdar bûn.

Li gel tevlîbûna bi coş û xurt ya gelê Kurd, nûnerên gelek beşên civakî jî ji bo bidawîkirina qedexeya li ser PKK’ê ya derqanûnî û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê piştgirî dan me û tev li kampanyaya me bûn.

Gelê Kurd û dostên wan hem di medyaya dîjîtal û hem jî li kolanan de nîşan dan ku qedexeya li ser PKK’ê ya ku didome nayê pejirandin û dê neyê qebûlkirin”

Meclîsê dawî de banga xurtkirina piştgiriyê kir û got, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê”, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button