El-Burhan piştî kuştina 23 leşkeran çû xebat sînor

Li sînorê Etiyopya-Sûdanê şer derket.
Di êrişa hêzên Etiyopya ya li dijî herêma nakok Feşqayê de, 23 efser û leşkerên Sûdanê hatin kuştin.
Fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Sûdanê Ebdulfettah El-Burhan ji bo şopandina rewşa li herêmê berê xwe da rojhilatê sînor.

Li gorî toreya El-Erebiye, fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Sûdanê Ebdulfettah El-Burhan îro çûye Feşqayê da ku rewşa hêzên çekdar ên li ser sînorên rojhilatê welêt bişopîne.

Piştî ku di encama êrişeke komên çekdarên Etiyopyayê ya li dijî Feşqayê de 23 esfer û leşker hatin kuştin, ev serdan pêk hat.

Artêşa Sûdanê ragihand ku di encama êrişên dawîn ên hêzên Etiyopyayê de bi dehan sivîl birîndar bûn û hatin kuştin.

Back to top button