Dewleta Tirk 6 meh hevdîtina bi parêzeran û 3 meh jî hevdîtina bi malbata Rêber Apo re qedexe kiriye

Tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj tê girankirin û ti agahî jê nayê girtin.
Desthilata faşîst a dewleta Tirk bi ti awayî destûrê nade ku malbat û parêzer biçin Îmraliyê.
Herî derket holê ku dewleta Tirk 6 meh hevdîtina bi parêzeran û 3 meh jî hevdîtina bi malbatê re qedexe kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker tevî êrişên xwe yên piralî yên li dijî gelê Kurd, tecrîda li ser Rêber Apo jî roj bi roj giran dike.

Tevî hemû serlêdanên parêzer û malbatê jî lê destûra hevdîtinan nayê dayîn.

Herî dawî parêzerên Rêber Apo ragihandin ku 8 meh in ew bi ti awayî nikarin agahîyê ji Rêber Apo bigirin.

Buroya Hiqûqê a Sedsalê ji bo Rêber Apo serî li saziyên navnetewî û saziyên mafên mirovan yên li Tirkiyê dan.

Derket holê ku li Rêber Apo cezayên nû yên dîsîplînê hatiye birîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku bi Rêber Apo û girtiyên din re hevdîtinê bikin, 22’ê Mijdarê serî li Dadgeriya Înfazê ya bajarê Bûrsayê dane.

Bi redkirina serlêdana parêzeran re eşkere bû ku du cezayên nû yên dîsîplînê li Rêber Apo hatiye birîn.

Dadgeriyê Tirk weke hincetê jî diyar kir ku di encama lêpirsîna dîsîplînê ya der barê Rêber APo de 12’ê Cotmehê ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê hatiye birîn.

Dadgeriyê li ser hinceta cezayê qedexeya 6 mehan a hevdîtina bi parêzeran re û qedexeya 3 mehan a hevdîtina bi malbatê re agahî neda.

Rêber Apo ku ev 22 sal in li zîndana Girava Îmraliyê bi bin tecrîdeke giran te girtin, cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî û telefon di nîvî de hatibû birîn.

Back to top button