Bi hezaran ji xelkên Efrînê, şehîd Şoreş Amanos bi merasîmekî bi heybet li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Kantona Şehbayê oxirkir. Di merasîmê de nasnameyên 6 şehîdan ku di dem û li cihên cuda yên berxwedana serdemê de şehîd bûne jî hatin eşkerekirin.
Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Mihemed Hisên bi nasnav Şoreş Amanos 30`ê Nîsanê şehîd bû.
Bi hezaran şêniyên Efrînê cenazeyê şehîd Şoreş ji Nexweşxaneya Avrîn li navçeya Fafîn a li Şehbayê wergirtin û bi karwanekî ber goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ve ketin rê.
Li goristanê piştî rêzgirtinê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û HPC`ê axaftin hatin kirin.
Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 6 şehîdên YPG`ê û YPJ`ê ku di dem û li cihên cuda yên berxwedana serdemê de şehîd bûne, eşkere kir.
Navên şehîdan wiha ne:
Leyla Mela Nesan bi nasnav Amara Qehreman
Hesen Ereb bi nasnav Heqî Qerar
Ebdo Tabaş bi nasnav Mesûm
Mihemed Mihemed bi nasnav Mîrvan Aras
Elî Yûsif bi nasnav Piling Berazî
Û
Henan Risolo bi nasnav Xebat Efrîn
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava silogan û tililiyên dayikan de hate oxirkirin.