Efrîn..Bîlançoya binpêkirinên meha Mijdarê hatin eşkerekirin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber pêk tên..
Ji bûyerên revandin, kuştin, êşkence û guhertina demografiyê û heta ferzkirina bacê li ser welatiyan li Efrînê didomin.
Rêxistina mafên mirovan û tora çalakvanên Efrînê, derbarê van binpêkirinê di meha Mijdarê de agahî parve kirin.

Rêxistina mafên mirovan û tora çalakvanên Efrînê, derbarê binpêkirinê di meha Mijdarê de li Efrînê agahî parve kirin..

Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan muxtarê Taxa Sînaa ya li navçeya Cindirêsê Ebû Seydo revandin…

Çeteyan piştî ku girtin ser mala muxatarê Cindirêsê, ew birin cihekî ne diyar…

Li gundê Dêr Sewanê yê ser bi navçeya Şera jî çeteyan girte ser mala welatiyê bi navê Şêxmûs Xelîl û ew revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyan Şêxmûs Xelîl bi hincetên bêbingeh revandine û niha aqibeta wî ne diyare..

Rêxisitnê navên hin welatiyên din jî ku di nava vê mehê de hatine girtin eşkere kir.

Navê welatiyan evin:

Serbest Ekaş Birîm

Azad Cemîl Nebo

Şîraz Ebûd Xalisî

Heta niha aqubeta van kesan jî ne diyar e.

Her wiha Rêxistina mafê mirovan a Efrînê diyar kir çeteyên dewleta Trik ên bi navê Emşat, li Navçeya Şiyê dizî û talana ku kirine, bi qasî nirxê 2 milyon dolar e.

Tora Çalakvanên Efrînê jî sûc û binpkirinên dewleta Tirk li Efrînê di meha mijdarê de belge kir…

Li gorî vê:

3 welatî, kalemêrek di bin êşkenceyê de hat kuştin û yek ji kerba hovîtiya çeteyan jiyana xwe ji dest da..

Zêdetirî 7 kesan û di nav de 2 temenmezin hatin êşkencê kirin.

Zêdetirî 71 kes û ji wan 6 temen mezin û jineke temen bi çûk hatine revandin..

Li çerxerêya Newroz semboleke netewî ya Kurd hat xirabkirin û 3 mizgeft hatin avakirin.

7 cihên dîrokî hatin talankirin û wêrankirin.

Li 10 deveran, 3500 dar hatin qutkirin.

Li 10 deveran bac hain ferzkirin.

Back to top button