Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî rêya M4 û gundên Eyn Îsa kirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dewam dike.
Dewleta Tirk û çeteyên wê rêya M4 û gundewarên Eyn Îsayê da ber topan.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda yê rojhilat navçeya Eyn Îsayê û rêya M4`ê topbaran kir.

Derbarê encamên êrişê de agahî nehatin bi dest xistin.

Duh bi şev jî sivîlê bi navê Ridwan Numan El-Ehmed tevî du hevalên xwe ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatin girtin û êşkence li wan hatin kirin.

Di encama êşkenceyê de Numan El Ehmed jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Ridwan El-Ehmed ê ji herêma Şedadê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê da ku radestî malbata wî were kirin.

Back to top button