BERXWEDANA LEYLA GUVEN 179 ROJ IN DEWAM DIKE

Her roja ku derbas dibe, pê re berxwedanî û têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir dibe. Leyla Guven , pêşenga çalakgerên greva birçîbûnê 179 roj in bi îradeyeke xurt di çalakiya greva birçîbûnê de ye.
Tevî çalakiya Guven , çalakiya bi hezaran girtiyên di grevê de bi biryardarî, li dar e.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe, di roja 179’emîn de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didome.

Guven îro bi peyamekê Bobby Sands a di 5’ê Gulana 1981’an de di greva birçîbunê de jiyana xwe ji dest dabû bibîr anî.

Di sala 1981’an de bi armanca statuya girtiyên siyasî were başkirin dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Her wiha çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku koma despêkê ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin di roja 141’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Tevî çalakiyên grevê yên li zindanan çalakiyên li derve jî bi biryar dewam dikin.

Çalakiya parlamenterên HDP’ê Dersim Dag 63 roj, Tayip Temel û Murat Sarisaç 58 roj in lidare.

Her wiha çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê didomînin.

Leave a Reply

Back to top button