Doza Kobanê..Tawanbarîyên li ser HDP’ê yek bi yek pûç dibin

7. Rûniştina Doza Kobanê ya ku li dijî HDP’ê, îro despê kir.
Derket holê, e-maîlê ku di dozê de bûye hêmana îdîayên tewandarîyê ku PYD ji HDP’ re şandîye, ji gelek partî, kes û li ser malperên înternetê jî hatiye şandin û ev peyam ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ye.
Serokên baroyan jî helwest nîşan da û gotin: ”Hûn nikarin darizandinê bidomînin.'”

Îro, 7. rûniştina doza bi navê Kobanê ya ku li dijî HDP’ê weke komployeke hatîye ristin, dest pê kir.

Serokên Baroyan: Hûn nikarin bi ti awayî darizandinê bidomînin

Serokên baroyan jî têkildarî dozê helwesta xwe nîşandan û gotin: ”Hûn niakrin bi vî awayî darizandinê bidomînin.”

Serokê baroya Îzmîrê Ozkan Yucel destnîşan kir ku daraz dibêje li vir darizandinê dike û got : ”Lê belê hûn nikarin li gorî keyfa xwe darizandinê bikin.

Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren jî xwest ji bo parastinê demek dirêj ji bo sîyasetmedaran were dayîn û got: ”Qet nebe li hember mafê parastinê hurmetê nîşan bidin.

E-maîl’a ku wek îdîaya sûc pêşkeşî dadgehê kirine, ne rast derket

Her wiha derket holê, e-maîl a ku weke tawanbarî tê bikaranîn û dibêjin ew peyam PYD’ê ji HDP’ê re şandîye ji gelek partî, kes û malperên înternetan de jî bi ferman hatîye belavkirin û ev e-maîl ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê ye.

Parêzerên dozê dîyar kirin ku peyama ku tê behskirin ji PYD’ê hatîye, ne tenê ji bo HDP’ê, ji gelek partî û kesayetan re hatîye şandin û di nav wan partîyan de CHP’ jî heye.

Têkildarî mijarê Akademîsyenê aştîyê Parêzer Cenk Yîgîter ji ajansa mezopotamya re axivî û got:

”Ew peyam di nav malpera KNK’ê bû û piştra navnîşana xwe guhert û ev nivîsa ku tê qal kirin hîn jî di arşîvê de cihê xwe digre.

Ev nivîs heya malperên ingilîzî de jî hat parvekirin. Weke tiştek nû nîne û bingehek xwe yê hiqûqî jî nîne.”

Endamekî din jî yê dadgehê ji peywirê hat girtin

Aliyê din, Endameki din ê 22. Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ku Doza Kobanê dinêrî, ji peywirê hat girtin.

Parêzer Cîhan Aydin bertek nîşanî serokê dadgehê û got: ”Berîya niha jî serokê dadgehê ji peywirê hat girtin, niha jî endameke din ji peywirê hat girtin.

Ev nîşan dide ku mudaxaleyek rasterast ji dadgehê re heye û em nizanin ku dê hun çiqas li wir rûnin.”

Bulent Parmaksiz: Ji bo dozê bi dawî bikin çima ewqas lez dikin ?

Li ser mijarê Endamê Desteya Rêvebir a berê ya HDP’ê Bulent Parmaksiz ê ku ji doza Kobanî tê darizandin, ji serokê dadgehê pirsî, ”Hûn 6 sal li benda vekirina dozê man, çima hûn niha ecele dikin.”

Parmaksiz wiha dewam kir: ”Çima niha ewqas lez dikin ku dozê bi dawî bikin. Armanc ji vê dozê têkbirina HDP’ê ye.”

Back to top button