Dayîk û malbatên şehîdan ev 56 roj in li deriyê Sêmalka di nava çalakiyê de ne.
Çalakî ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku PDK’ê ew xistin kemînê û şehîd xistin tê lidarxistin.
Heta niha ji hêzên niştîmanî, saziyên civaka sivîl, baroyên karûbarên olan û rêxistinên hiquqî û mirovî bi dehan şêniyên herêmê beşdarî çalakiyê bûn..
Hemû aliyan bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike, lê PDK’ê bêdenge..
Îro jî ji şêniyên kantona Hesekê û dayikên şehîdan ên Dêrikê li bin konê çalakiyê bûn…
Her roj daxuyanî tê dayîn û bang li PDK’ê tê kirin ku ji bêdengiya xwe derkeve û tavilê cenazeyên van şehîdan radestî malbatan bike.