Semîner li kantona Hesekê û li bajarê Minbicê hatin dayîn

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijadrê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan, rêxistinên jinan li Bakur û rojhilatê Sûriyê çalakiyên xwe didomînin.
Li navçeya Til Tewîl yê bi ser kantona Hesekê û li Minbicê du semînerên cuda hatin dayîn.

Kongreya Star bi hevkariya bi Komîteya Perwerdeyê ya kantona Hesekê re, li navçeya Til Tewîl bi tevlîbûna bi dehan ji şêniyên navçeyê semînerek li dar xist.

Di semînerê de dîroka tundiya dijî jinê, reng û bandorên wê li ser jinê hate şîrovekirin.

Li Minbicê jî, Rêxistina Jinên Zenûbya bi heman armancê semînerek li Komîteya Şaredariya li navenda bajêr bi tevlîbûna bi dehan ji endamên komîteyê li dar xist.

Di Semînerê de sedemên tundiya dijî jinê, reng û bandorê wê li ser jinê û civakê hatin nîqaşkirin.

Back to top button