Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di encama bahoza dijwar de 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Rewşên Awarte (AFAD) li bajarê Stenbolê ji ber bahoza dijwar heta niha 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 19 kes jî birîndar bûne.
Hate diyar kirin leza bahozê di saetê de 129 km derbas kiriye.
Ji ber bahoza dijwar çûn û hatinên deryayî hate rawestandin, û gelek kelek jî binavbûn.
Ji ber bahozê, bûrcê saetê yê li navçeya çetel-cayê jî qulibî. Her wiha banê xaniyan jî firiyan û dar ketin erdê..
Hate ragihandin ev bahoza dijwar li gelek deverên din yên Tirkiyê jî bandora wê zêde bûye..