PYD’ê li gelek bajaran Ş.Şîlan Kobanê bîranînê li dar xistin

17 sal li ser şehadeta damezrînerên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê re derbas bûn…Îro li gelek deveran bi pêşengiya PYD’ê çalakîyên bibîranînê hatin lidarxistin…Di çalakiyan de qala têkoşîna Şehîd Şîlan û hevrêyên wê hat kirin û soza berdewamkirina têkoşîna wan hate dayîn.

29’ê Mijdara 2004, Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Cemîl, Zekeriya, Ciwan û Fûad dema vedigeriyan Rojava li bajarê Mûsilê, di encama êrişekê de, şehîd bûbûn.

17 sal li ser şehadeta Şîlan Kobanê, hevrêyên wê re derbas bûn.

Bi vê boneyê, PYD’ê li gelek bajar û naçeyên herêmê çalakî li dar xistin.

Li Amûdê, bi dehan şênî û endamên PYD’ê bi merasîmekê şehîd Şîlan Kobanê bi bîr anîn.

Di merasîmê de bi navê PYD`ê a şaxê Amûdê, Nêroz Ehmed axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Nêroz got,

“Şîlan û hevalên wê li pêşiya şoreşgeran rêya azadiyê ronî kirin.

Kongreya Star û PYD`ê bi heman armancê li Til Birakê daxuyaniyeke hevbeş da û Şehîd Şîlan û rêhevalên wê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Bi fikr û felsefeya rêber Ocalan û bi têkoşîna şehîd Şîlan û hevalên wê gel li ser rêya şehîdan xwe bi rêxistin dike û tê dikoşe,

Her wiha hate diyarkirin bi saya wan şehîdan PYD’ê mezin bû û karîbû di hemû şert û mercan de gel bi rêve bibe.

Li navçeya Tirbspiyê, ji bo bîranîna şehîd Şîlan û hevalên wê bi tevlîbûna bi dehan ji şêniyên navçeyê civînek hate lidarxistin.

Hevseroka buroya PYD’ê ya Tirbespiyê Hediya Şemo di civînê de axivî û û diyar kir armanca komploya dijî damezrînerên PYD’ê rêgirtina li pêşiya azadî û demokrasiyê bû.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî bi merasîmekê Şehîd Şîlan û hevalên wê bi bîr anîn.

Heserokê buroya PYD’ê li Dirbêsiyê Mihemed Xelef axivî û diyar ku şehîdxistina Şîlan û hevalên wê berdewama komploya navneteweyî ya li ser Rêber Ocalan bû.

Li navçeya Til Temrê jî bi heman armancê, semînerek li Saziya Malbatên Şehîdan hate dayîn û jiyan a Şehîd Şîlan û têkoşîna wê hate bi bîr anîn.

Li Herêma Firatê jî, bi heman armancê PYD’ê merasîmek li Kobanê li dar xist.

Bi dehan jşêniyên Kobanê û endamên saziyên rêveberiyê û saziyên civaka sivîl tevlî merasîma bîranînê bûn.

Di axaftinên endamên PYD’ê de hate gotin Şehîd Şîlan û hevalên wê di encama xiyanetê hatin şehîdxistin, her wiha soza şopandia rêya şehîdan hate dayîn.

Back to top button