BERXWEDANA YAGIZ, FEDÎLE TOK Û HERÊM MEHMÛD BI BIRYAR DIDOME

Li Başûrê Kurdistanê jî çalakiya greva birçîbûnê bi îradeyek xurt didome. Berxwedana Nasir Yagiz jî bi biryardarî di roja 166’an de dewam dike. Endamê Meclîsa HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Selîm Basyan got; Gelek welatên cîhanê hene ku qaşo xwe weke welatê parêzvanê mafê mirovan binav dikin. Lê li himberî çalakiyên greva birçîbûnê xwe kor û ker dikin.

Li başûrê kurdistanê jî berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan ev 166 rojin lidare.

Çalakiya li Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz ya bê dem û bê dorveger ku li avahiya HDP’ê dayî despêkirin didome.

Nasir Yagiz yê bûyî pêşengê çalakiyên li başûrê kurdistanê bi dayika xwe Muazez Yagiz ku çend roj beriya niha di çalakiya li dijî tecrîdê de hatibû binçavkirin re, axivî.

Nasir Yagiz di hevdîtinê de moral da dayika xwe û diyar kir ku wê berxwedana wan biser bikeve.

Nasir got;

Berxwedan û têkoşîn karê hemû kesî ye.

Her wiha çalakiya doveger ya li Hewlerê jî bi dewirgirtina koma nû re didome.

Çalakî îro ji aliyê koma 84’an ve hate dewrgirtin.

Li ser navê koma nû Endamê Meclîsa HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Selîm Basyan rexne li dewletên cîhanê kir û got:

Gelek welatên cîhanê hene ku qaşo xwe weke welatê parêzvanê mafê mirovan binav dikin.

Lê ger îro ji 7 hezar zêdetir kes ketine greva birçîbûnê û ew dewlet xwe bêdeng dikin, kor û ker dikin tu bingehê parastina mafê mirovan li gel wan ne maye.

Li Keler a Germiyanê jî çalakger Herêm Mehmûd 71 rojin di greva birçîbûnê de ye.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya ku di roja 141’an de ye berdewam dike.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 106’an de bi biryardariyeke xurt berdewam dike.

Leave a Reply

Back to top button