Kesayeta welatparêz Şeha Osman dayika şehîd Rêwan Tirbespiyê di temenê xwe yê 48 salî de ji ber krîza dil jiyana xwe ji destda.
Şeha Osman dayika şervanê YPG’ê û endamê Tevgera Çand û Hunerê ya Tirbespiyê şehîd Rêwan Tirbespiyê ye.
Şeha Osman ji kesaytên welatparêz bû yên ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û bi salan di têkoşîn kir.
Ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi zarokên xwe ve di nava saziyên Rêveberiya Xweser de xebitî û ji kesên destpêkê bû yên ku beşdarî çalakiyan dibû.
Şeha Osman endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ye.
Merasîmê veşartinê cenazeyê Şeha Osman wê li gundê Dugurê yê Tirbespiyê were lidarxistin.