Li bajarê Pîranşarê pasdarên Îranê kolberekî din birîndar kir

Li dijî kolberên li Rojhilatê Kurdistanê êrişên pasdarên rejîma faşîst a Îranê her hene. Herî dawî pasdaran li ser sînorê bajarê Pîranşar ê êrişî komek kolber kir û yk birîndar kir.

Duh li ser sînorê bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê, careke din pasdarên rejîma Îranê bi guleyan êrîşî komek kolber kir.

Di encama êrişê de kolberek birndar dibe.

Ev kolber Seyîd Mobîn Ehmedî ye û ji gundê Terkêşê yê girêdayî Pîranşarê ye .

Piştî kolber Seyid tê birîndarkirin, ji bo dermankirinê ji nexweşxaneya bajêr re tê veguhestin.

Rojane ji aliyê pasdarên Îranê ve kolber rastî êriş û gulebaranê tên û di encamê de jiyana xwe ji dest didin an jî birîndar dibin.

Back to top button