Bênavber 57 roj in, li ber dergehê Sêmalka, malbat daxwaza wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên şehîd dikin. PDK ya ku ew şehîd kirine xwe bêdeng kiriye û heta niha cenaze radest nekirine.
5’ê Cotmeha borî, malbatên şehîdan ên li herêmê berî xwe dan dergehê Sêmalka ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin.
Ji hingî û heta niha malbat li wir di çalakiya konvedanê de ne û heman bangê li hêz û berpirsên PDK’ê dikin.
Îro ev çalakî di roja 57’an de ye.
Her roj ji bo piştgiriya van dayikan, gelê herêmê jî berê xwe dide Sêmalka û destekê dide daxwazên malbatan.
Mîna ku ev çalakî ne lidar be, PDK ne cenazeyan radest dike û ne jî bersivekê dide dayikên şehîdan.
Ji bo wê û bi armanca bicihanîna daxwazên wan, heta niha malbat çalakiya xwe didomînin.
Malbat bi biryarr in heta van cenazeyan wernegirin, wê ev çalakî her bidome û ew jî di nobetê de bin.