Neheqiya ku li PKK’ê hatiye kirin, ji her alî ve rastî bertek û nerazîbûnan tê. Raul Zibechi ku nivîskarekî ji Uruguayê ye, dibêje “Hiştina PKK’ê di `lîsteya terorê` de şaştiyeke mezin e.”
Nivîskar Raul Zibechi, der barê naskirina xwe ya ji PKK’ê re got: “PKK partiyeke şoreşger e û armanca wê ew e gelê Kurd ji dewletên serdest biparêze.”
Raul Zibechi anî ziman “Di 20 salên dawîn de PKK’ê projeyeke girîng bi cîh anî û gihaşt encama konfederalîzma demokratîk.”
Her wiha bi bîr xist ku wan li hember terora DAIŞ`ê şer kir jî û heta niha di vê lîsteyê de hatiye hiştin, ev şaştiyeke mezin e.
Raul Zibechi: PKK partiyeke şoreşger e û hêza xwe ji gel digire
Raul Zibechi destnîşan kir “Ger gelê Kurd piştevaniya PKK’ê nekira û lê xwedî derneketa, wê ji zû ve têk biçûya, hêza wê ji hêza berxwedêriya gelê Kurd e.”
Raul Zibechi nivîskarekî ji Uruguayê ya Başûrê Amerîkayê ye, 19 pirtûkên wî hatine weşandin û sala 2017’an xelata rûmetê wergirt.