Barbados ji desthilata Elizabeth xelas bû

Yek ji Giravên Birîtanyayê ye û tevî ku beriya 55 salan serxwebûna xwe ragihandibû jî lê ew di bin hukûmê Melîka Îngilîstanê Elîzabeth a 2’mîn de bû.

Û doh ev hukum bidawî bû.

Bi vî awayî Barbados bû nûtirîn komara li ser rûyê cîhanê..

Şevê din Welatê Giravê Barbados bi awayekî fermî bû nûtirîn komara li cîhanê..

Bi vî awayî Barbados hem bû komar û hem jî dawî li pergala 396 salî anî.

Bi vê armancê li paytext Bridgertown (Brîdc-tawn) merasîma sonxwarinê hat lidraxistin.

Û Sandra Mason weke serok-dewlet dest bi erka xwe kir.

Merasîm di salavegera 55’an a serxwebûna vî welatê biçûk de pêk hat.

Prencê Îngilîstanê Charles jî beşdarî merasîmê bû û wiha axivî:

Em dizanin bê Barbados xwedî dîroka koletiyê ye û ev yek bi temamî qediya.

Bila ev merasîm bibe destpêka dostaniyeke nû di navbera me de.

Piştî axaftinê, guhertinên fermî pêk hatin..

Li gorî vê,

Ala Kraliyeta Îngilîstanê hate daxistin û li şûna wê ya Barbadosê bilind bû.

Lîdera nû ya welat Sandra Mason jî dest bi erka xwe kir.

Mason di axaftina xwe de got;

Komara me îro dest bi rêwîtiya keştiya xwe a pêşî dike. Em ê bibin xwedî paşerojeke ronî û li ver her zor û zehmetiyê rabin.

Hunermenda navdar Rîhanna jî ku xwe welatiya giravê ye, di merasîmê de hêjayî xelata rûmetê hat dîtin.

Yek ji mêtingehên Îngilîstanê Barbados, sala 1966’an serxwebûna xwe ragihand.

Barbados, li herêma Karayîpê, yek ji welatên herî dewlemend e.

55 salan ji aliyê Melîka Îngilîstanê Elîzabeth a 2’mîn ve dihare birêvebirin.

Back to top button