Rûsya û Belarûs li sînorê nêzî Ukrayna wê tetbîqatê pêk bînin

Gefxwarinên Rûsya û zêdebûna hêzên wê li sînorê Ukrayna metirsiya derketina şerekî ya di her kêliyê de dide avakirin.
Belarûs ya ku bi awayekî eşkere piştevaniya Moskow dike, NATO bi şandina hêzê ya li nêzî sînorê xwe tewambar dike.
Di vê navberê de Belarûs û Rûsya wê li sînorê nêzî Ukrayna tetbîqatekê pêk bînin.
Belarûsya got;
Biçekirina welatên cîran, me dixe nava fikaran.
Ji ber vê yekê divê em tevdîrên xwe bigrin.

Gefxwarinên Rûsya û NOTO yên li dijî Ukrayna, li ser erdê bi tevgera leşkerî re dewam dike.

Belarûs îdia dike ku NATO bi armanca êrişeke li dijî wê leşkeran dijîne sînor.

Wezîrê Parastinê yê Belarûsê Vîktor Khrenîn, diyar kir ku tetbîqata ku ew ê bi Rûsyayê re li dar bixin wê di demeke nêz de pêk were.

Khrenîn yê dîroka tetbîqatê bi zelalî diyar nekirî got:

“Em li ser sînorên xwe yekîneyên leşkerî dibînin.

Çekirina welatên cîran me xemgîn dike, ji ber vê yekê divê em tedbîrên li dijî vê yekê plansazî bikin.”

Li aliyê din endamê NATO’yê Lîtvanya jî diyar kir ku artêşa Belarûs her ku diçe zêdetir bi Rûsyayê re têkele dibe û bang li hevpeymaniyê kir ku helwesta xwe ya li hemberî vî welatî ji nûve sererast bikin.

Lukaşenko: Ger şer derbikeve aliyê me diyare

Serokomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko, têkildarî rewşa li sînor nirxandin kir.

Aleksandr Lukaşenko bi gotina ‘aliyê me zelal e’ careke din piştevaniya xwe ya bi Rûsyayê re diyar kir.

Lukaşenko diyar kir ku ew gefê li tikesî naxwin, lê divê ji bo bersivdana êrîşên dijminane amade be û wiha got:

Di dawiya sala borî de li dijî welatê me şerekî hevbendî dest pê kir.

Teza Rojava ya ku dibêje wê Rûsya êrîşî Ukraynayê bike nerast e.

Back to top button