Lîstikvanê Arjantînî ji bo cara 7’an xelta Topa Zêrîn wergirt

Nûçeya me a di rêzê de ji cîhana futbolê ye.
Lîstikvanê Arjantînî Lionel Messî ji bo cara 7’an hêjayî xelata Topa Zêrîn hat dîtin.

Ji sala 1956’an ve Kovara Sporê France Football xelata baştirîn lîstikvanê Futbolê yê Ewrûpayê belav dike..

Merasîma ku sala 2020’an ji ber vîrûsa Koronayêm hatibû taloqkirin, doh li paytext Parîsê pêk hat.

Huilbijartin di navbera 3 lîstikvanên tîmên Ewrûpayê de pêk hat.

Ji Paris Saint-Germain Lionel Messî.

Bayern Mûnîh, Robert Lewandowskî

Û ji Chelsea jî Jorginho.

Di encama dengdanê de, Messî hêjayî xelatê hate dîtin.

Bi vê awayî lîstikvanê Arjantînî, ji bo cara 7’an xelata Topa Xêrîn wergirt.

Di merasîmê cde baştirîn lîstikvana futbolê ya jin jî, ji tîma Barcelonayê Alexia Putellas wergirt.

Back to top button