Li Kabul..di encama teqînê de 5 kes birîndar bûn

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku li paytexta Efxanistanê Kabulê mayinek teqiyaye û di encamê de 5 kes birîndar bûne.

Li gor ajansa Reutersê, li paytexta Efxanistanê Kabulê bombeyek li kêleka rê teqiya û di encamê de herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, armanc ji êrişê hedefgirtina wesayîteke tevgera Talîban

Di van demên dawîn de li Kabulê gelek êrîş pêk hatine, ku piraniya wan ji aliyê DAIŞ’ê ve tên kirin .

Ji dema dagirkirina wê ya li ser Afxanistanê di Tebaxê de, Talîban îdia kir ku ewê ewlehiyê vegerînin Afganistanê.

Back to top button