140 ROJ IN 15 ÇALAKGER LI FRANSA Û BRÎTANYAYÊ LI BER XWE DIDIN

Berxwedana li dijî tecrîdê ya li derveyî welat jî bi biryar dewam dike. 14 çalakgerên li Strasbourga Fransayê û Îmam Şîş li Galer a Brîtaniyayê ev 140 rojin bi israr di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne.

Her çiqasî rewşa çalekgeran a tenturistiyê giran dibe jî lê di domandina çalakiya xwe de bi biryarin û tedawiyê red dikin.

Yek ji çalakgerên li Strasbûrgê Rojnameger Gulistan Îke tevlî bernameyeke taybet a Stêrk Tv bû û derbarê rojiyên miriyê axivî.

Gulistan Îke got:

“Berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, wê bigihêje armanca xwe.

Li hemberî vê berxwedana ku geş dibe, wê tu kes nikaribe bisekine.”

LI BERLÎNA ALMANYAYÊ JÎ BERXWEDAN DIDOME

Greva birçîbûnê ya Cemal Kobanê, Omer Bagdûr 96 , Mele Mûstafa Tûzak 112 û Şiyar Xelîl jî 99 roj in li paytexta Almaniya Berlînê didome.

Parlamenterê Partiya Çepgir ê Eyaleta Berlînê Hakan Taş serdana çalakgeran kir.

Hakan Taş diyar kir ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên wan in û got:

Li gel bêdengiya hikûmeta Alamnyayê jî wê tecrîda li ser Ocalan were şikandin.

Leave a Reply

Back to top button