Eşkere hikumeta faşîst AKP û polîsên xwe sivîlan dikin armanc û bêyî sedem dikujin. Duh bûyereke bi vî rengî li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê rû da. Polîsên dewleta Tirk bêyî dudilî sivîlekî gulebaran dikin û dikujin.
Bûyer doh êvarê derdora saet 10’ê şevê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê rû da.
Hat ragihandin ku polîsên dewleta Tirk a dagirker erebeya kesekî radiwestînin.
Di navber wî û polîsan de nîqaş derdikeve, di wê kêliyê de polîs çeka xwe derdixe û sivîlî dikuje.
Têkildarî mijarê Waliyê Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku polîsê kujer ji erkê hatiye durxistin.
Ev bûyer û kuştina sivîlan bi vî awayî her ji aliyê rejîma faşîst AKP û polîsên wê ve çêdibin.