Rewşa li Îmraliyê di rojeva komîteya wezîran a konseya Ewropayê de ye

Di civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de wê îro bîryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê a derbarê Rêber Apo de were nîqaşkirin. 

Komîteya Wezarîna a Konseya Ewropayê wê îro li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bicive.

Civîn wê heta 2’ê Kanûnê bidome.

Di civînê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Rêber Apo û hin girtiyên din de wê bê gotubêjkirin.

Tê gotin di civînê de wê bîryara binpêkirinê ya derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş de jî bê nirxandin.

Ger eşkere bibe ku Tirkiye li gorî bîryara dadgehê tevnegeriyaye dibe ku hin ceza li ser bên ferzkirin.

Back to top button