Partiyên Kurdî: Tecrîd divê tavilê bi dawî bibe

Partiyên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar tecrîda li ser Rêber APO şermezar kirin.

Daxuyanî li Amedê li Avahiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan – DBP’ê hat dayîn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz anî ziman “Israra di tecrîdê de astengiyeke herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê ye. Beşên civakî, muxalefet û her kesên ku demokrasiyê ji xwe re esas dibîne, divê li dijî tecrîdê têbikoşe”.

Saliha Aydenîz diyar kir ku “Li dijî tecrîdê, civata navneteweyî û CPT jî berpirs in û divê vê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku negirtina agahiyê ji tenduristî û ewlehiya Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd xistiye nava tirsê û divê tavilê tecrîd bi dawî bibe

Back to top button