Kazim Ergûn pêşengê civaka Kurd li Rojava şehîd bû

Yek ji pêşengên civaka Kurd, Kazim Ergûn binasnav Anter Dersîm, li Rojavayê Kurdistanê di encama kirîza dil de şehîd bû. Cenazeyê Ergûn wê dema pêş li Rojava bi merasîmekê were oxirkirin.

Kazim Ergun binasnav Enter Dersîm.

Yek ji pêşengên tekoşîna dijî çeteyên DAIŞ’ê..

1’ê Gulana sala 1973’an li Dersîmê ji dayîk dibe.

Gava wî ya pêşî ber bi têkoşînê ve, sala 1992’an li Stenbolê bi naskirina Tevgera Azadiya Kurdistanê destpêkir.

Kesayeta wî a gelparêz û demokrat, hişt ku derdor jê bi bandor bibe.

Dewleta Tirk a bi van taybetmendiyên Kazim Ergun hisiya, bi girtina wî hewl da wî ji têkoşîna azadiyê dûr bixe.

Ji ber zêdebûna zextên rêjîma Tirk neçar dimîne ku berê xwe bide Ewrûpayê..

Û ji kêliya destpêkê ve li wê qadê bi ked, moral û kelecaneke mezin cihê xwe di nava xebatan de digre.

Li hemberî terorîzekirina gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê, bê rawestan têkoşiya.

Ji ber bandora wî ya li ser civaka Kurd û rola wî ya di xebatên rêxistinî de, hevkarên dewleta Tirk hewl dan pêşî lê bigrin.

Li Almanya û gelek welatên din, tenê ji ber xwedîderketina wî ya li doz Kurd û Kurdistanê, hate girtin.

Piştî derdikeve berê xwe dide Kurdistanê.

Sala 2014’an bi zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Rojavayê Kurdistanê, vê carê dilê Enter ji bo Kobanê, Efrîn, Qamişlo û Dêrikê lê da.

Li ser banaga Serferberiya Netewî, derbasî Rojava bû.

Anter Dersîm, li gelek qadên vî beşê welat mîna pêşeng cihê xwe di nava xebatan de girt.

Herî dawî jî biryar da ku tevlî nava xebatên Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD bibe.

Ji bo pêşxistin, mezinkirin û parastina şoreşa Rojava hertim di nav kar û xebatên pewerdekirin û rêxistinkirina gel de bû.

Di nava demeke kurt de wisa lê hat ku bi temamî bibe perçeye ji jiyana gel.

Êdî mala Anter Dersîm Kurdistan, malbata wî jî gelê Kurd bû.

Dilê wî li hember vê coş û gelecana mezin nekarî ber xwe bide.

Û 11’ê Mijdarê di encama kirîzekê de sekîn.

Back to top button