Îran: Ji derveyî mijarên nukleerî wê tiştek neyê nîqaşkirin

Ji Hezîranê ve danûstandinên bernameya peyamana nukleerî ya navbera Îran û 5 welatên dayîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY û Almanya rawestiyabûn.
Ev danûstandin doh careke din despê kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abdulahiyan got,
Ew ji derveyî mijara nukleerî wê tişteke din nîqaş nekin.
Û weke berpirsyarê têkçûna danûstandinan jî careke din DYA tewambar kir.

Piştî 5 meh ji rawestandina danûstandinên bernameya peymana nukleerî ya bi Îranê re, doh alî careke din li paytexta Awusturya Viyanayê civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdulahiyan têkildarî danûstandinên roja yekem axivî

Huseyîn Emîr Abdulahiyan anî ziman ku ew di danûstandinan de ji derveyî peymana nukleerî ti pêşniyarên ji bo mijarek din napejirînin û got:

Ji ber daxwazên zêde yên DYA, şeş danûstandinên berê bê encam bidawî bûn.

Niha jî di danûstandinan de rûpelek nû hatiye vekirin

Armanca me ya sereke ji vê yekê jî rakirina cezayên li ser Îranê ne.

Abdulahiyan nêzîkatiyên rêveberiya Serokê DYA Jeo Biden şiband yên Donald Trump û ev yek bi tundî rexne kir.

Û xwest ku êdî DYA dest ji vê polîtîkaya xwe berde.

Domandina polîtîkayên berê, di serê mirov de, nîşaneyên pirsê yên mezin dide çêkirin.

Abdulahiyan: Armanca me ya despêkê rakirina tevahî cezaya ne

Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku Îranê ji bo lihevkirineke baş bi îradeya xwe dest bi danûstandinan kiriye û ev tişt anî ziman:

Em amade ne ku di çarçoveya peymanê de xebatên xwe yên nukleerî ji nû ve sererast bikin.

Reîsî: Divê zextên li ser Îranê werin rakirin

Li aliyekî din, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi telefonê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî.

Li gorî Qesra Elyseeyê Macron bang li Tehranê kiriye ku bila di danûstandinan de ‘avakar’ be.

Reîsî jî diyar kiriye ku divê zextên li ser Îranê werin rakirin.

Di gera heftemîn a danûstandinên nukleerî yên ku di kordînasyona Yekîtiya Ewropayê (YE) tên kirin de, tê xwestin DYA careke din li peymanê vegere.

2018’an Serokê berê yê DYA Donald Trump bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiyabû.

Rêveberiya Amerîkayê rasterast beşdarî danûstandinan nabe, ku rêveberiya Tehranê naxwaze rasterast bi Washingtonê re hevdîtinê bike.

Danûstandinên ji bo zindîkirina peymana nukleerî ya 2015`an a navbera Îranê û 4 endamên dayîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn) û Almanyayê, 6`ê Nîsanê de dest pê kiribûn.

Danûstandin ji ber hilbijartina serokomariya Îranê di Hezîranê de hatibûn rawestandin.

Back to top button