Mûtasyona Omicron derbasî Japonya bû

Mûtasyonên nû yên vîrûsa corona cîhan careke din xistiye nava alarmê.
Herî dawî mûtasyona Omicron derbasî Japonya bû.
Hikumeta Tokyo ji bo welatiyên biyanî dergehên xwe girt.
Polonya jî ragihand ku wan rêwitiya balafiran a bi 7 welatan re da rawestandin.
Çînê jî ragihand ku ew ê milyarek derziyên li dijî vîrûsê bişêne Afrîka.

Mutasyona nûya Covid-19, ku yekem car li Afrîkaya Başûr hate pejirandin û ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve navê Omicron lê hate kirin, li Japonyayê jî belav bû.

Sekreterê Kabîneya Japonî Hirokazu Matsuno ragihand ku zilamek 30 salî yê 28’ê Mijdarê ji Namîbyayê gihîşt balafirgeha Narita ya li nêzî Tokyoyê mutasyona Omicron li ser hatiye tesbîtkirin.hatiye dîtin.

Ev jî bû yekem nexweşên pêketiyên mûtasyona Omicron a li Japonya.

Hikumeta Japonya jî piştî vê yekê ket nava alarmê.

Mûtasyona Omicron, ku li çaraliyê cîhanê bû sedema panîkê, hukûmeta Japonî xistiye nava fikaran.

Ji ber vê yekê jî hikumetê rêwiyên ku ji Botswana, Esvatini, Lesotho, Namîbya, Afrîkaya Başûr, Zimbabwe, Mozambique derbasî welat bûyîn heta 10 rojî neçarî mayîn di bin çavdêriyê de dike.

Hikumetê ragihand ku ji îro û pêde wê tevahî deriyên xwe ji hemî mêvanên biyanî re bigre.

Polonya rêwitiya balafran a bi 7 welatan re rawestand

Hikumeta Polonya jî di çarçoveya tevdîran de, rêwitiya balafirê ya ji bo 7 welatan rawestand.

Wezîrê Tenduristiyê yê Polonya Adam Niedzielski di daxuyaniya çapemeniyê de got,

Ji 1’ê Kanûnê ve wê biryara hatî girtin bikeve meryetê.

Ji niha û pêde jî li cihê 10 rojan wê kesên di bin çavdêriyê de 14 rojan werin girtin.

Çîn wê milyarek derziyên li dijî vîrûsê bişîne welatên Afrîka

Li aliyê din, Çînê jî soza piştevaniya şandina derziyên li dijî vîrûsê ji bo Afrîka da.

Serokdewletê Çînê Xi Jinping di axaftina xwe ya bi vîdeo konferans ya beşdarî merasîma Foruma Hevkariya Çîn-Afrîka bûyî de axivî.

Xi got,

Ji bo Yekîtiya Afrîka heta 2022’an bikare ji sedî 60 welatiyên xwe derzî bike, ew ê milyarek derziyan ji wan re bişînin.

Ji ber vîrûsa Corona ya ku dawiya 2019’an derket û belav bû, heta niha li seranserê cîhanê bêtirî 262 milyon kes bi vîrûsê ketin û ji wan bêtirî 5 milyon û 200 hezarî ji mirine.

Back to top button