Gerîlayên azadiyê li herêma Heftenînê li leşkerên Tirk yên dagirker dan.
Di encama çalakiya ku bi sûîqestê hate kirin de, leşkerekî dagirker hate kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke nivsîkî weşand û ev agahî parve kir;
“Di çarçoveya pêngava KJK’ê de, ‘Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina jin a azad, civaka azad e’,
19’ê Mijdarê li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Kartal ê li qada Bektoryayê, hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sûîqestê çalakiyek li lidarxistin.
Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.”