Siyasetmedar û Nivîskarên herêmî û cîhanî dengê xwe bilind dikin

Ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin di asta navnetewî de têkoşîn dewam dike.
Nivîskar û siyasetmedarên cîhanî û herêmî tînin ziman ku hiştina PKK’ê di lista terorê de neheqiyeke û divê ev yek bi dawî bibe.

Li seranserê cîhanê ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, xebat û kampanya tên meşandin û deng bilind dibin..

Di 26’ê Mijdarê de li ser torên civakî kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hate destpêkirin.

Bi deh hezaran kes li seranserî cîhanê xwestin PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Siyasetmedarên Îraqî: Divê PKK ji lîsta terorê bê derxistin

Siyasetmedarên Iraqî Kazim Hac û Elî Sahib jî derbarê têkoşîna rewa ya PKK’ê de, ji Rojnews re axivîn.

Kazim Hac diyar kir ku derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, wê li herêmê xizmeta aştiyê bike, û ev yek got:

“PKK xwedî sîstemek fikriye, bawerî bi wekhevî, parastina mafan û bingehê nîştiman-perweriyê heye. Bawerî bi diyalogê heye û nabe PKK di lîsteya terorê ya navnetewî de were hiştin.”

Siyasetmedar Elî Sahib jî li ser heman mijarê, fikra xwe anî ziman…

Sahib diyarkir ku divê ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, xebat û pêngavên destpêkirine dewam bikin.

Siyasetmedarê Îraqî Elî Sahib di dawiya axiftina xwe de got got:

“Nabe PKK bi rêxistinek terorîst re were dîtin. Ji ber ku PKK li ser bingehê rewşenbîriyê hatiye damezrandin. Nûnertiya dengê Kurdan û parastina mafê mirovan dike.”

Raul Zibechi: Hiştina PKK di lîsteya terorê de şaştiyeke mezin e

Back to top button