Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ ji bo rêber Ocalan û girtiyên din, 22’ê mijdarê serlêdankiribûn..
Derket holê ku qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan bi parêzeran û 3 mehan jî bi malbatê re ji bo Rêber Apo û 3 girtiyên din hatiye dayîn.
Parêzerê Rêber Apo brahîm Bîlmez got: “Abdullah Ocalan vê carê hewce pê nedîtiye ku îtîraza biryarê bike” û got” ew ê pêvajoya hiqûqî bidomînin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedslalê bi daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ ji bo rêber Ocalan û girtiyên din, 22’ê mijdarê serî Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dabûn..
Derket holê ku qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan bi parêzeran û 3 mehan jî bi malbatê re ji bo Rêberê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din hatiye ferzkirin..
Yek ji parêzêrên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez diyar kir di vê serlêdanê de wan diyar kiribû ku ew 8 meh in nikarin Rêber Ocalan û her sê girtiyên din bibînin û xwestin derbarê tendirustî û rewşa wan a hiqûqî de agahiyan bistînin.
Bîlmez da zanîn di heman rojê de bersiv dan serlêdanê û got,.
“Di bersivê de hate gotin ku ceza hatiye birîn û hevdîtina bi parêzeran re 6 mehan hatiye qedexekirin.”
Parêzer Îbrahîm Bîlmez: Em ê careke din serî li CPT bidin
Bîlmez destnişan kir ku ev biryareke keyfiye û vê biryara ku di 12’ê Cotmehê de hatiye dayîn, parêzer nû pê agahdar bûne.
Bîlmez qala wê yekê kir ku Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê li ser navê cezayê dîsîplînê 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatan re jî daye muwekîlên wan û wiha dewam kir:
“Tecrîda li Îmraliyê, êdî bi mantiq û hiqûqê nayê îzahkirin û ji ber ku muwekîlên wan dizanin biryar keyfî ne û ne siyasî ne, hewcetî pê nedîtine ku îtîraz jî bikin. ”
Bîlmez qala rapora CPT’ê ya sala 2019’an a li ser Îmraliyê kir ku tê de ragihandibû li Îmraliyê bi hincetên pûç ceza li girtiyan tê birîn û tişta ku pêk tê êdî mirov nikare jê bawer bike û wiha got:
“Dema ku Tirkiye vê tecrîdê didomîne, di vî tiştî de kêmasiya CPT’ê jî heye. Tirkiye ne bi ya CPT’ê dike û ne jî bi ya Ewropayê dike. Derbarê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran jî em ê dîsa serî li CPT’ê bidin.”
Bîlmez ragihand ku wan di sêrî de Wezareta Edaletê, serî li gelek alî û saziyên sivîl ên civakî dane.
Sarûhan Olûç: Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin
Derbarê heman mijarê de, Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist…
Olûç nerazîbûn nîşanî qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re da û ev yek got:
“Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye.
Ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş nêzî 8 meh in ti agahî nayê girtin.
Destûr nayê dayin ku malbat biçin serdanê.
Çima? Çi bû ku hate qedexekirin. Sala derbasbûyî meha Îlonê 6 mehan hevdîtin hatibû qedexekirin.
Em careke din bang dikin; dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. .”