Sêmalka..Yekîtiya Kedkaran bang li PDK kir ku dest ji dijminatiyê berde

Çalakiya malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka a ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine 57 roj in didome. Yekîtiya Kedkaran beşdarî konê çalakiyê bû û bang li PDK’ê kir dest ji dijminatiyê berde û cenazeyan bide malbatên wan.

Îro Yekîtiya Kedkarên herêma Cizîrê beşdarî konê çalakiyê bû.

Endamên yekîtiyê li ber konê çalakiyê dirûşmên bijî berxwedana gerîla, bimre xiyanet qiriyan.

Paşê daxuyaniyek ji aliyê endamê Yekîtiya Kedkaran Hisên Hac Hesen ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi yekîtiya gelê Kurd hate kirin û hate diyarkirin ku PDK’ê bi piştgiriya bi dewleta Tirk a faşîst re dixwaze Kurdan tune bike.

Bal hate kişandin ser kirinên PDK’ê û hate gotin PDK dijminatyê li Kurdan dike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li PDK’ê hate kirin ku cenazeyan radest bike.

Back to top button