Rûniştina 7’an a Doza Kobanê di roja duyemîn de ku li Girtîgeha Sîncanê a Enqerê dihat dîtin, j ber ku parêzer û siyasetmedar tevlê nebûn, hat taloqkirin.
Rûniştina 7’an a Doza Kobanê di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.
Şandeya dadgehê ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin û daxwaznameyên siyasetmedarên beşdarî rûniştinê nebûn xwend.
Şandeya dadgehê diyar kir ku di daxwaznameya siyasetmedaran, parêzeran nîşan daye ku beşdarî rûniştinê nabin û îşaret pê kirine ku periyoda rûniştinê were guhertin.
Daxwaza parêzeran a ku du hefte perdiyoda rûniştinê were guhertin jî li dosyeyê hat zêdekirin.
Dozger derbarê daxwaznameyan de daxwaza xwe pêşkêş kir, daxwazên bi hêceta tenduristiyê qebûl kir û yên din redkirin.
Şandeya dadgehê ku rûniştin heta 2’yê kanûnê taloqkir.